TR KU SO
FB X
Cîhan

Bexda | Li ser kiryarên nû yên xwekujiyê hisyarî hat dayîn

Admin L
Nivîskar
📅 23 rêbendan 2021 20:00

PeyamaKurd – Derbarê kiryarên nû yên xwekujiyê, Tevgera Nuceba hişyarî da û got: “Niha sê kesên ku dixwazin kiryarên xwekujiyê encam bidin, bi awayekî serbest digerin.”

Berdevkê Tevgera Nuceba Nesir Şemerî, do bi şev ji kanala Îtîcahê ya Iraqî re li ser kiryarên xwekujî yên roja pêncşemê yên li Bexdayê, zanyarî dan.

Li gor Nesir Şemerî da zanîn, tê gotin yek ji xwekujên DAIŞê, xwedî nasnameya Erebistana Siûdî bû, ji ber vê yekê Nesir Şemerî daxwaz dike ku xezayên herî tund bi ser desteserkiriyên Erebistana Siûdî de werin sepandin.

Şemerî destnîşan kir: “Pênc kesan dixwestin wê rojê xwe biteqînin, ji wan du kesan xwe teqandin û sê kes mane, ew hê jî serbest digerin û dibe ku di nav 24 saetan de xwe biteqînin.”

Li Bexdayê, di encama du teqînên xwekujî yên roja Pêncşemê de, 35 kes hatin kuştin û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûn.

Parve bike: