Cîhan
Bi 4 roketan êrîsê ser baregeha Amerîkayê ya Ayn Al-Esadê kirin
PeyamaKurd – Li Iraqê li bajarê Anbarê, baregeha leşkerî ya ku leşkerên Amerîkayê tê de ne, bi 4 roketan êrîşê birin ser. Çavkaniyên ewlehiya Iraqê ragihandin ku 4 roketan avêtine baregehê.
Piştî êrîşê hêzên ewlehiyê li devera el-Sersarê binkeya roketan dîtine. Di babeta zerar û ziyanan de nehat ragihandin bê zerar heye an na. Lê heya niha kes bûyerê negirtiye terefê xwe.
Di navbera 17ê Cotmehê û 30yê Cotmehê de, li Iraqê 14 car êrîşan birine ser baregehên Amerîkayê. Tê gotin ku li Iraqê 2.500 leşkerên Amerîkayê hene.