TR KU SO
FB X
Cîhan

Bi Civata Gistî ya NY re jîngehparêz jî derketin kolanan

Admin H
Nivîskar
📅 23 îlon 2019 23:54

PeyamaKurd – Civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî îro bi beşdariya serok û nûnerên bêhtirî 140 welatan li New Yorkê dest pê kir.

Çalakvanên jîngehparêz jî îro Duşemê derketin kolanên Washingtonê û jibo balkişandina ser guherîna klîmayê anku keş û hewayê û rêyên serekî yên bajêr ji hatin, çûnê re girtin.

Xwepêşanderan hin rêyên girîng yên Washingtonê ji trafîkê re girtin û polîsan hewil da ku ajokaran bişînin ser rêyên aternatîf.

Di xwepşandaneke nêzî Qesira Spî de, xwepêşandanan du belem anîn ser cadeyeke mezin ku û dirûşma "Demokrasî tiştekî wiha ye" qerîyan.

Sazkarên xwepêşandanê bang li hemwelatîyan kiribûn ku neçin kar û xwendingehan û beşdarî protestoyan bibin.

Herwiha roja Înê jî bi hezaran kes li seranser cîhanê herikîbûn kolanan û daxwaz kiribûn, kiryarên guherandina keş û hewayê dawî bînin.

Parve bike: