Bi deh hezeran kes ber bi sînorê Tirkiyê ve diherikin
PeyamaKurd – Piştî operasyona artêşa Sûrîyê û balafirên Rûsyayê bi ser Idlibê pêleke mezin a koçberan ber bi sînorê Tirkiyê ve bi rê ketiye ku reva ji Idlibê hê jî berdewam e.
Li gorî ragihandina ajansên navdewletî Reuters û AFP ku dîmenên reva xelkê Idlibê hatiye belavkirin, koçber ber bi sînorên Tirkiyê ve diherikin.
Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî tenê hefteya borî 30 hezar kesan terka malên xwe kiriye û niha jî hejmar gihîştiye 80 hezar kesan.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja Yekşema borî ragihandibû ku 80 hezar Sûriyeyî ji Idlibê ber bi Tirkiyê ve tên û piştre jî heyeteke Tirkiyê ji bo vê krîzê serdana Moskowê kiribû, lê êrîş ranewestiyan û ti çareyek nehatiye dîtin.
Idlib wekî herêma kêmkirina rageşiyê ji aliyê Rûsya û Tirkiyê ve hatibû ragihandin û 12 xalên kontrolê yên Tirkiyê hatibûn danîn ku yek ji wan xalên leşkerî jî di bin dorpêça artêşa Sûriyê de maye.
Tevî lihevkirina Tirkiye û Rûsyayê jî hem Rûsya hem jî rejîma Sûriyê bi biryar e Idlibê ji kontrola komên çekdarên Tirkiye piştevaniya wan dike derxin.
Tirkiyê jî dixwest penaberên Sûrî li Rojavayê Kurdistanê ango li herêma navbera Serêkaniyê û Girêspî bicih bike ku ew proje jî ji aliyê welatên rojava û Amerîkayê ve piştgiriyê nabîne.