TR KU SO
FB X
Cîhan

Bi dirusma ‘Allahu Ekber’ wêneyê Erdogan sewitandin

Admin H
Nivîskar
📅 30 tebax 2019 22:55

PeyamaKurd – Alîgirên Tirkiyê yên Idlibê ku ji ber êrîş û bombardimanên Rûsya û rejîma Sûriyê xwe li deriyê Tirkiyê yê Reyhanliyê xistin, herwiha bi diruşmên xwe jî Tirkiye, Rûsya û Sûriye protesto kirin.

Komek kesên di xwepêşandanên ser sînorê Tirkiyê de ku wekî alîgirên Tirkiyê yên opozisyona Sûriyê tên zanîn, wêneyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji ber berpirsiya êrîşan û hevkariya Rûsyayê şewitandin.

Dema posterê Erdogan hat şewitandin jî dirûşmên ‘Allahu Ekber’ hatin qêrîn.

Aloziya ser sînorê Idlib û Tirkiyê berdewam dike û tê gotin ku bi hezaran kes bi leşkerên Tirkiyê re pev çûne û sînor derbas kirine.

Parve bike: