Cîhan
Bi egera DAISê Amerîkayê hemwelatiyekî xwe vediguhêze welêt
PeyamaKurd- Rojnameya Wall Street Journal a amerîkî da zanîn ku Washington hemwelatiyekî xwe vediguhêzîne welêt.
Ji aliyê din ve kanala CNNê jî da zanîn ku eger heye ku ew kes kujerekî rêxistina terorîst a DAIŞê be û li Amerîkayê ji aliyê dadgehên Amerîkayê ve were dadgeh kirin.
Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pêntagon) red kir ku der barê vê bûyerê de agahiyan bi rayagiştî re parve bike.