Bi fermana Esed posta muftiyê ‘Komara Sûriyê’ hat betalkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku serokê rejîma Sûriyê Beşar el-Esed, roja Duşemê bi fermanekê posta Muftîyê Komarê betal kir ku dixwaze desthilatên encûmena dadwerî di çarçoveya Wezareta Ewqafê de bihêz bike.
Serokê Sûriyê Beşar el-Esed fermana hejmara 28 a sala 2021ê derxist û li gor wê fermanê posta muftiyê Sûriyê êdî namîne.
Herwiha li gor fermana nû, desthilatên Encûmena Zanistî ya Fiqhî hatine berfirehkirin û erkê fetwayê li Sûriyê pê hatiye rasipardin.
Bi fermana nû re Encûmena Zanistî ya Fiqhî dikeve şûna serokatiya Wezîrê Ewqafê û posta muftiyê Sûriyê betal dibe.
Hat diyarkirin ku roja Duşemê, Ehmed Bedir Eldîn Hesûn wek muftiyê Sûriyê hatibû destnişînkirin.
Hêjayî gotinê ye, ev biryara betalkirina wezîfeya Muftiyê Komarê piştî bersiveke tund a Encumena Zanistî ya Dadwerî li ser şîrovekirina yek ji ayetên Qur'anê yên Muftî hatiye dayîn.