TR KU SO
FB X
Cîhan

Bi fuzeyan êrîsî Balyozxaneya Amerîka ya Bexdayê kirin

Admin H
Nivîskar
📅 20 gulan 2019 01:28

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku êrîşeke moşekên Katyuşayan bi ser Balyozxaneya Bexdayê ya Amerîkayê de hat kirin.

Tora medyayî ya Serokwezîrtiya Iraqê derbarê êrîşê de bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, êrîş li Herêma Kesk a paytex Bexdayê bi moşekên katyûşa hatiye kirin.

Li gor zanyariyên çavkaniyên medyayî yên Bexdayê, moşeka katyuşa li nêzîkî avahiya Balyozxaneya Amerîka ya Iraqê ketiye, lê ti ziyaneke canî çênebûye.

 Beriya niha rayedarên Iraqê ragihandibûn ku dê devera Kesk ya Bexdayê li demeke nêzîk ji trafîkê re bê vekirin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê ji ber metirsiya aloziya bi Îranê re, roja Çarşemê ragihandibû ku hemî karmendên amerîkî yên ne bingehîn û ne awarte ji Îraqê werin derxistin.

Parve bike: