TR KU SO
FB X
Cîhan

Bi hezaran sivîlên Idlibê xwe li deriyê Tirkiyê xistin...

Admin H
Nivîskar
📅 30 tebax 2019 18:32

PeyamaKurd – Bi hezaran sivîlên ku ji ber bombardimana Rûsya û Sûriyê ji Idlibê derdikevin li ber sînorê Tirkiyê yê Reyhanliyê ji bo bombardiman bê rawestandin û rê bidin derketina wan ji Sûriyê xwepêşandan li dar xistin.

Li gorî çavkaniyên herêmê aloziya li ser sînorê Idlib-Reyhanliyê îro ji danê sibê ve berdewam dike û bi hezaran sivîlên ji bombardimanê reviyane xwe li ser sînor xistine.

Dema xwepêşandanan hejmareke mezin a sivîlan ji aloziyê sûde wergirtin û ji nişka ve derbasî Tirkiyê bûn.

Aloziya li ber deriyên sînorî yên Babul Hava û ATMEyê hîn berdewam dike û bi hezaran koçberên Idlibê dixwazin derbasî Tirkiye û welatên Ewropayê bibin.

Parve bike: