Cîhan
Bi mayinekê êrîsî karwana Hevpeymaniya Navdewletî kirin
PeyamaKurd – Do şev roja Yekşemê 13.06.2021ê, bi mayinekê êrîşî karwaneke hevpeymaniya navdewletî li başûrê Iraqê hat kirin û di encamê de 3 kes birîndar bûn û yek ji wan biyanî ye.
Medyaya Iraqê diyar kiriye, ji ber teqîna mayinekê li ser rêya karwaneke Hevpeymaniya Navdewletî li başûrê Iraqê, 2 kesên Iraqî û kesekî biyanî û karmendekî hevpeymaniya navdewletî birîndar bûne.
Herwiha li gor medyaya Iraqê, ew mayin li parêzgeha Nasiriyê li başûrê Iraqê bi karwanê Hevpeymaniya Navdewletî de teqiyaye.