TR KU SO
FB X
Cîhan

Bi mirina 44 kesên din re hejmar gihîst 4 hezar û 140 kesan

Admin H
Nivîskar
📅 17 gulan 2020 23:44

PeyamaKurd – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di nav 24 demjimêrên dawî de, ji nexweşiya Covid-19 44 kesan can da û 1,368 kesên din jî bi wê nexweşiyê ketin.

Li gorî amarên dawî yên Wezîrê Tenduristiya Tirkiyê Fahrettîn Koca eşekere kirine; ji 35,369 testên hatine kirin, 1,368 kesên din pozîtîf derketine û 44 kesan jî ji koronayê can daye.

Ji 11ê Adarê ve heta niha li Tirkiye û bakurê Kurdistanê 149,435 kes bi vîrusa koronayê ketine û 109 hezar û 962 kes jî baş bûne.

Parve bike: