TR KU SO
FB X
Cîhan

Bi rêya postê tiliyeke jêkirî sandin mala Macron

Admin H
Nivîskar
📅 13 tîrmeh 2023 20:25

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku beriya Cejna Netewî ya Fransa Bastilleyê ku 14ê Tîrmehê tê pîrozkirin, pakêtek bi rêya posteyê ji mala fermî ya Serokomarê Fransa Emmanuel Macron re hatiye şandin ku tê de tiliyeke jêkirî hebûye.

Li gorî ragihandina rojnameya Valeurs actuelles ku nûçeya xwe dispêre çavkaniyên ewlehiyê, di pêwendiya nivîskî ya ya Koşka Elysee ya navbera 9-10ê Tîrmehê de hatiye diyarkirin ku tiliyeke jêkirî bo mala Macron hatiye şandin û ji bo lêkolînê pakêt ji polîs re hatiye şandin.

Hatiye eşkerekirin ku nasnameya kesê ew pakêt şandiye hatiye diyarkirin û ji bo desteserkirina wî hêzên ewlehiyê dest bi xebatê kirine ku dê bilez pişkinînên tenduristiyê li ser wî kesî bikin.

Derbarê mijarê de, heta niha ji aliyê ofîsa serokomariyê ve ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Parve bike: