TR KU SO
FB X
Cîhan

Bi roketan êrîsê hêzên koalîsyonê kirin

Admin M
Nivîskar
📅 25 tîrmeh 2020 03:27

PeyamaKurd- Li başûrê Bexdayê bi roketan êrîş birin ser baregeha hêzên koalîsyonê yên li baregeha Besmayayê. 2 roket ketin seha vala û 2 roket li depo û karavanayan ketin.

Li gor ragihandina tora medyayê ya ewlekariya wezareta bergiriyê ya Iraqê; li baregeha Besmayê ya ku 60 km li başûrê Bexdayê ye, 4 roketên katyuşa lê ketine. Wezaret ragihand ku di êrîşên bi roketan de, kes birîndar nebûye an kes nemiriye. Tenê xesara maddî çêbûye. Wezaret got ku dibe roket ji aliyê herêma El-Diyaniye ya bi ser bajarê Diyala de, hatibe.

Li Iraqê piştî kuştina Qasim Suleymanî êrîşên ser hêzên koalîsyonê zêde bûne.

Parve bike: