Cîhan
Bi roketan êrîsî Netanyahû kirin...
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku dema Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu, ji bo kampanyaya hilbijartinê dest bi axaftinê dikirin bi roketê êrîşek hat kirin.
Hat zanîn ku parêzvanên Netanyahû ew ji sehnê revandin û birin stargehê.
Piştî rawestana dengên sîrenê Netanyahu careke din derket sehnê û axaftina xwe domand û got, "Berpirs kî be, divê demildest ji vir birevin."
Artêşa Îsraîlê jî li ser êrîşê ragihand roketa ku ji aliyê Xeza hatiye avêtin, bi moşekên parastina esmanî hatiye tunekirin.