Cîhan
Bi ser malê de girtin û 7 kes kustin
PeyamaKurd - Li bajarê Cancun ê welatê Meksîkayê di encama êrîşeke çekdarî ya bi ser malekê de, 7 kes hatin kuştin.
Rayedarê Asayîşa Eyaleta Quintana Roo ku bajarê Cancunê pê ve girêdayî ye, Alberto Capella ragihand ku êrîş bi ser maleke li derveyî bajêr pêk hatiye û got, "Lêkolînên me yên ku me heta niha li ser vê qetlîamê kirine nîşan didin ku sedema êrîşê lihevketina çeteyên bazirganiya tilyakê dikin e.”
Polîsan ragihand ku êrîşkar reviyane.