Cîhan
Bi sîliha Rûsyayê li tanka Tirkiyê xistine
Çend roj berê tankeka Tirkiyê hatibû roxandin û 5 leşkerên Tirkiyê te de hatibûn kuştin. Tirkiye ragihand ku tank bi îhtîmaleka mezin bi sîliha Rûsya ya bi navê ‘konkurs’ ê hatiye roxandin.
Bûyera tankê li devera Şêx Horozê çêbû bû û Tirkiye difikire ku êrîşa ser tanka wan ya Leopardê ji aliyê tanksawara Rûsan ya bi navê 9M113 konkursê ve ku bi kûmandayê tê avêtin hatiye kirin.
Navê wê yê di NATO de ku navê kod e ‘AT-5 Spandrele’ ku roketa tanksawarê ya nîv-otomatîkê, ji cîhaza optik tê îdarekirin û bi sîstema sînyala dîdarî diçe bo hedefa xwe.