Cîhan
Bi sîlihan li xelkê xistin
PeyamaKurd- Wezareta karên derve ya Iraqê bi sedema bêkarî û birîna elektrîka wan ji aliyê Îranê de, xelkê ku nebûna van her dû tiştan protesto dikirin, hêzên asayîşê bi sîlihan li wan dan û di encamêde 1 hat kuştin û 3 ji wan jî birîndar bûn.
Berdevkê wezaretê tumgeneral Seîd Maîn, bi nivîskî ragihand ku wezîrê karên hundir yê Iraqê Qasim El Aracî ferman daye ku ew bûyera li Basrayê rûdaye, bo wê komîsyoneka lêkolînê bê avakirin.
Maîn ragihand ku komîsyon dê di demeka nêz de qûsûrên ku di bûyerê de hene, derxe holê.
Devera Basrayê ji Îranê elektrîka xwe dihgre lê Îran elektrîka deverê birîbû. Bêkariya li herêmê gihaye asta bilind û kes nikare ji xwe ra kar peyda bike.