TR KU SO
FB X
Cîhan

Bi tîr û kevan li xelkê xist û gelek mirovan kust

Admin M
Nivîskar
📅 14 cotmeh 2021 04:33

PeyamaKurd – Li welatê Norweçê li payîtext Osloyê li navça Kongsbergê êrîşkerekî ku tîr û kevan bikardianî êrîşê gelek kesan kir û wan bi tîr û kevan kuşt. Rêvebirê polîsê Oeyvind Aas ê ragihand ku êrîşker girtine û bi îhtîmaleka mezin bi serê xwe tevgeriyaye.

Di destê êrîşker de tîr û kevan hebûye û ji supermaketa bi navê Coop Extrayê li xelkê derve xistiye û di peyde li navçê seranser geriyaye. Li devera bûyerê gelek ambûlans, alavên polîsan û helikopter hene û birîndaran birine nexweşxaneyên der û dorê.

Di derbarê miriyan de heya niha polîs an rêvebirên din ti agahî nedane.

Parve bike: