TR KU SO
FB X
Cîhan

Bi tohmeta derxistina sewatên qestî 24 kes li Sûriyê hatin bidarvekirin

Admin L
Nivîskar
📅 22 cotmeh 2021 15:04

PeyamaKurd – Bi tohmeta derxistina şewatên qestî, 24 kes li Sûriyê ji aliyê hikûmeta Şamê ve hatin bidarvekirin.

Ajansa SANA diyar kir: “Şeva borî 24 tawanbar hatin bidarvekirin, ji ber encamdana çend kiryarên terorîstî yên şewitandinê, ku di wan bûyeran de çend kesan can dabûn û gelek zirarên madî gihiştibûn jêrxana Sûriyê.”

Herwiha diyar kir: “Ew 24 kes, di şewatên dawiya havîna borî de, madeyên sotemenî yên bihêz bi kar anîne û ji ber vê yekê zerareke mezin li serweta giştî û taybet gihiştiye.”

Parve bike: