TR KU SO
FB X
Cîhan

Biden: Bijardeya derveyî dorpêçan, derxistina serê sêyemîn ê cîhanê ye!

Admin H
Nivîskar
📅 27 sibat 2022 15:32

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden, ragihand ku wan dorpêçên giran li ser Rûsyayê sepandine û ew dê bedelê êrîşa ser Ûkraynayê û binpêkirina hiqûqa navdewletî pê bidin dayîn.

Biden di hevpeyvîna kanala Youtube a rojnamevan Brian Tyler Cohen de, diyar kir ku wan cara yekem dorpêç li ser Pûtîn sepandine.

Joe Biden wiha got: "Li ber destê me du bijarde hene, yan emê şerê sêyemîn ê cîhanê bidin destpêkirin û bi temamî bikevin şer, yan jî em ê bedelê binpêkirina hiqûqa navdewletî bi wî welatî bidin dayîn.”

Parve bike: