TR KU SO
FB X
Cîhan

Biden: Em ji bo endamtiya Ukrayna ya NATOyê hêsankarî û cudahiyê nakin!

Admin H
Nivîskar
📅 18 hezîran 2023 16:38

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden, beriya serdana xwe ya Pennsylvaniayê bersiva pirsa rojnamevanan a ‘Gelo hûn ê ji bo endamtiya NATO ya Ukraynayê hêsankariyê bikin?’ da.

Biden diyar kir ku pêwîste di proseya endamtiya NATOyê de Ukrayna jî heman standardan bicih werîne û di vê çarçoveyê de jî ti cudahî û hêsankariyek bo vî welatî nayê kirin.

Biden wiha got: "Nexêr (em hêsankariyê nakin). Lewre pêwîste standardan bicih bînin. Ji ber vê ezê hêsankariyê nekim. Bi ya min dikarin û dê wan standardan pêk bînin, lê ev ne proseyeke otomatîk e.”

Li ser bicihkirina çekên nukleerî yên Rûsyayê li Belarûsê jî Biden diyar kir ku ew bi temamî helwesteke neberpirsiyarane ye.

Parve bike: