TR KU SO
FB X
Cîhan

Biden endamtiya NATO yê ya Îsweç û Fînlandiyayê îmze kir

Admin M
Nivîskar
📅 10 tebax 2022 04:29

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden belgeyên pêwist yên endamtiya NATO yê ya Îsweç û Fînlandiyayê îmze kir. Biden ji bo endamtiya her dû welatan ya ji bo NATO yê got ku ji bo îstîqrara û asayîşa dinyayê bûyerekî girîng e. Sanatoya Amerîkayê jî hefteya borî bi piraniya dengan endamtiya wan erê kiribû.

Îsweç û Fînlandiya li ser îşxala Rûsyayê ya ser Ûkraynayê ya di 24 ê sibatê de, ji xwe re tehdîd qebûl kiribûn û seredana endamtiya NATO yê kiribûn. Ji bo her dû dewlet bibin endamên NATO yê divê 30 dewletên NATO yê di parlementoyên xwe de endamtiya wan qebûl bikin. Heya niha Kanada, Almanya, Îtalya û çend dewletên din endamtiya her dû dewletan erê kirine.

Parve bike: