TR KU SO
FB X
Cîhan

Biden, kiryarên dewletê yên li dijî xwepêsandêrên Kubayê sermezar kir

Admin M
Nivîskar
📅 23 tîrmeh 2021 03:35

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden li ser xwepêşandanên li Kubayê yên li hemberê hukumetê tên kirin axifî û got binçavkirinên li Kubayê û darizandinên wan tev hîle ne. Ragihandin ji beşa çapemeniyê ya Koşka Sipî hat kirin. Biden weha gotiye:

“Tevî tehdîd û tirsandinên li Kubayê, xelkê ku xwepêşandan dike, bi komkî wan binçav dikin û di darizînin. Ez wan şermezar dikim. Mafê xelkê Kubayê heye xwe bi aştiyane îfade bike û xwepêşandanan bike.

Rêvebiriya me bi xwepêşandêrên Kubayê re ye û rêvebiriya Kubayê ku zorê dide ser daxwazên xelkê, bo van kiryarên Kubayê, me dorpêçên nûh danî ser Kubayê.”

Wezareta Xezînê ya Amerîkayê îro ragihand ku bi sedema xwepêşadanên di 11 ê tîrmehê de li Kubayê destpêkirine, hukumet dixwaze tevgerê bifetisîne û li ser kiryarên hukumeta Kubayê, dorpêçê daniye ser wezîrê bergiriyê yê Kubayê Alvaro Lopez Miera û ser hêzên taybet yên bi ser wezareta karên hundir yê Kubayê.

Hefteyekiye ku xwepêşandanên aştiyane li Kubayê destpêkirine û heya niha li dora 400 kes hatine binçavkirin. Xwepêşandêr, şertên xerab yên di seha aboriyê, xizmeta dewletê, mijara xidayan, kêmasiya dermanan û bihabûna eşyayan de protesto dikin.

Parve bike: