Cîhan
Biden, mazûrvaniya serokwezîrê Îsveçê li Kosa Sipî dike
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden di 5 ê Temmûzê de wê serokwezîrê Îsveçê Ulf Kristersson li Koşka Sipî bike mêvan. Her dû lîder wê li ser hevkariya ewlehiyê, endamtiya NATOyê, li ser mijara Çînê û Rûsyayê hevdîtinan bikin. Guherîna kêşûhewayê û teknolojiyên nûh wê mijarên wan bin. Berdevka Koşka Sipî Karine Jean-Pierre bi nivîskî weha ragihand:
“Serok Biden ji bo têkiliyên navbera Îsveç û Amerîkayê xwurttir bike, bende ye ku serokwezîrê Îsveçê Ulf Kristersson di 5 ê mehê de li Koşka Sipî bike mêvan.”