Biden namzediya xwe ragihand û got: Her tist di xeterê de ye
PeyamaKurd – Cîgirê Barack Obamayê serokê berê yê Amerîkayê Joe Biden ku kesayeta herî li pêş e, ji Partiya Demokratan namzediya xwe ya bo seroktiya Amerîkayê ragihand.
Biden li ser medya civakî vîdyoyek belav kir û tê de gotinên tund li dijî rêveberiya Turmp a Amerîkayê kirin.
Biden got, “Niha nirxên bingehîn ên vê neteweyê, îtibara me ya li dinyayê, xisûsiyeta demokrasiya me û hemî tiştên Amerîkayê dikin Amerîka di xeteriyê de ne.”
Joe Biden di berdewamê de ragihand, “Vaye ji ber vê ez kandîdbûna xwe seroktiya Amerîkayê radigihînim.”
Biden herwiha bang kir ku rê nedin Trump careke din bibe serokê Amerîkayê.
Hilbijartinên seroktiya Amerîkayê sala 2020an têne kirin û heta niha gelek kesan ji Demokratan namzediya xwe ragihandiye. Kurê Joe Biden jî sala 2016an xwestibû bibe namzedê seroktiyê lê ji ber mirina kurê wî yê mezin nebibû namzed.