Biden siyaseta xwe ya bo Îran, Çîn û Rûsyayê eskere kir...
PeyamaKurd – Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden derbarê vekişîna Trump ji peymana nukleerî û hewldanên Îranê bo çêkirina çekên atomî daxuyaniyên girîng dan.
Biden rexne li Trump girt ku ji peymana nukleerî vekişiyaye û got ku hiştiye zêdetir Îran xwe bigihîne asta çêkirina çekên nukleerî.
Joe Biden destnîşan kir ku ew dê nehêlin Îran bibe xwedî çekên atomî û bal kişand ser, ‘ev kêşeyên zehmet in’ pêwîstî bi hevkariya hevpeymanan heye ku bihevre tevbigerin.
Biden herwiha diyar kir ku niha Îran bi kelûpelên bidest xistine pir nêzîkî çêkirina çekên atomî bûye û herwiha pirsgirêka moşekên balîstîkî jî ligel Îranê heye.
Li ser pêwendiyên Amerîkayê yên ligel Rûsya û Çînê jî Biden da zanîn, “Ne tenê ji bo pirsa Îranê divê em di pêwendiyên xwe yên ligel Rûsya û Çînê jî bibin parçeyek ji beşa koma mezin.”