TR KU SO
FB X
Cîhan

Biden: Ya ku Îsraîl li Xezzeyê dike ne jenosîd e

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 21 gulan 2024 18:22

PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden got: “Hêrişên Îsraîlê yên li dijî Xêza Xezzeyê ne jenosîd e.”

Serokê DYAyê Biden di derbarê doza li Dîwana Dadê ya Navneteweyî (ICC) ya ku Îsraîl bi tawanbariya “li Xezzeyê jenosîdê pêk aniye” tê darizandin de got: “Tiştên ku qewimîne ne jenosîd e. Em vê angaştê red dikin.”

Biden anî ziman ku ICC dezgeheke cuda ya darazê ye û dubare kir ku ew daxwaza Dozgerê ICCê Kerîm Xan a ji bo derxistina biryara fermana girtin Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Galant şermezar dike.

Serokê DYAyê Joe Biden destnîşan kir ku heman dozgerî di heman demê de daxwaza biryara fermana girtina sê rêberên tevgera Hemasê jî kiriye.

ICC organa darazê ya herî bilind a Neteweyên Yekbûyî (NY) ye. Dozgerê ICCê Kerîm Xan, ji ber kiryarên Îsraîlê yên li Xezzeyê di derbarê Netanyahu û GAllant de daxwaza biryara fermana girtinê kiribû.

Kerîm Xan, berê, ji ber kiryarên Rûsya yên li Ûkraynayê, di derbarê Serokdewletê Rûsya Vladimir Putin de jî ji ICCê daxwaza biryara fermana girtinê kiribû.

Parve bike: