Bîlançoya teqînên Şamê eşkere bû: Ji Koşka Elysee daxuyanî
PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê hûrgiliyên nû yên derbarê teqînên li nêzîkî cihê mayîna Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron de belav kirin û ragihand ku di encama teqîna du bombeyên çandî de, 18 kes birîndar bûne ku çar ji wan polîs in.
Li gorî daxuyaniya wezaretê hêzên ewlehiya navxwe vê sibehê (sêşem, 7ê Tîrmeha 2026an) du bombeyên destçêkirî yên ku yek di nav otomobîlekê de û ya din jî di nav selika çopê de hatibûn veşartin, li nêzîkî avahiya Wezareta Geştyariyê tespît kirine; lê belê ev bombe di dema pûçkirinê de teqiyane.
Wezareta Navxwe bal kişand ser mijara ewlehiya heyeta Fransayê û destnîşan kir ku cihê rûdanê li derveyî kembera parastina Macron bûye, lewma tu metirsiyeke rasterast li ser jiyana wî çênebûye û bernameya serdana wî wekî xwe berdewam dike.
Li aliyê din Koşka Serokatiya Fransayê Elysee jî di daxuyaniyeke lezgîn de piştrast kir ku Emmanuel Macron û tevaya şandeya ligel wî di silametiyê de ne û wan bi xwe dengê tu teqînekê nebihîstiye.
Koşka Elyseeyê eşkere kir ku piştî vê rûdanê Macron li Koşka Serokatiyê ya li Şamê ligel Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera civiyaye û danûstandinên xwe yên dîplomatîk encam dane.
Hêjayî gotinê ye, ev serdana Macron ku di 6ê Tîrmehê de dest pê kiribû, wekî yekemîn serdana serokekî welatekî mezin ê Rojavayî bo Sûriyeyê tê hesibandin; piştî ku di dawiya sala 2024an de rejîma Beşar Esed hilweşiya û Ehmed Şera desthilat wergirtibû.