TR KU SO
FB X
Cîhan

Binpêkirina mafên mirovan yên li Sûriyê sirove kirin

Admin M
Nivîskar
📅 28 îlon 2018 16:14

PeyamaKurd- Rêvebirên Amerîka, Brîtanya û Fransayê dia sata bilind de, bi parêzvanên mafê mirovan yên Sûriye re hevdîtin kirin û di derbarê girtina jimareyeka zêde mirov yên ku ji aliyê rejîma Beşer Esed ve hatine girtin, agahiyan sitendin. Civîn di çarçoveya civîna Neteweyên Hevgirtî ya 73 emîn de hat kirin.

Ragihandin ji aliyê wezareta karên derve ya Amerîka de hat kirin. Di ragihandinê de hat gotin ku di civînê de agahiyan ji Navenda Demokrasiyê ya Civaka Sîvîl, Navenda Dad û Berpirsiyariyê ya Sûriyê û temsîlkarên mafên mirovan sitendine. Heya niha di dema şer de 210 hezar kes hatine girtin, 85 hezar kes wenda bûne û 14 hezar kes îşkence dîne. Heta berya destpêka şer gelek kes hatine girtin û îşkence dîne da çavên wan bitirse û rejîm karibe desthilatiya xwe bidomîne.

Parve bike: