TR KU SO
FB X
Cîhan

Biryara 3 dewletan: Ji bo destnîsankirina sînora wê komîsyon bê avakirin

Admin M
Nivîskar
📅 27 mijdar 2021 05:34

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, serokê Azerbeycanê İlham Aliyev û serokwezîrê Eremenistanê Nikol Paşinyan li bajarê Soçiyê civînekî lidarxistin û di encamê de biryarê dan ku ji bo sînorên navbera Azerbeycan û Ermenistanê destnîşan bikin wê komîsyonekî ava bikin.

Ji bo civînê Putin ragihand ku di mijarên girîng de lihev kirine, bi taybetî di mijara destnîşankirina sînoran de. Mijarên din têkilî û pêşdebirina aboriya Qerebaxê ye. Her weha li ser girêdanên bi rêya hesin û rêyên bejayiyê divê temamê astengiyan ji holê rakin.

Aliyev jî ragihand ku difikire wê encamên girîng ji hevdîtinê derên.

Parve bike: