Biryara li ser Demirtas di 20ê mijdarê de…
PeyamaKurd - Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dê biryara xwe ya li ser serlêdana Selahedîn Demirtaş, di 20ê Mijdarê de bistîne.
DMME dê serlêdana der heqê hepsîkirina Selahedîn Demirtaş guftûgo bike, parêzerê Demirtaş Mahsuni Karaman diyar kir: “Em hêvî dikin ku biryar di warê demokrasî û huquq de bibe mînak.”
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dê biryara xwe ya li ser hepsîkirina Hevserokê Giştî yê berê yê HDPê Selahedîn Demirtaş di 20ê Mijdarê de bistîne.
Di serlêdanê de tê destnîşan kirin, ku hepsîkirina Selahedîn Demirtaş mafên wî yê wek “mafê azadî û ewlehiyê”, “mafê di nava demeke guncan de darizandin an di midetê darizandinê de serbest berdan” û “mafê hilbijartina azad” îxlal kiriye. Herwiha tê gotin ku Dadgeha Destûra Bingehîn jî, hêmana “lez” a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ‘ixlal kiriye.