Cîhan
Biryara Parlamentoya Letonyayê ji aliyê Rûsyayê ve hat sermezarkirin
PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, bi daxuyaniyekê biryara Parlamentoya Letonyayê ya ku Rûsya wek piştevanê terorê nasandibû şermezar kir.
Li gor Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova bi rêya hesabê xwe yê Telegramê diyar kir, biryara Parlamentoya Letonya çavkaniya xwe ji "biyaniyên kîndar" wergirtiye.
Herwiha Mariya Zaxarova eşkere kir, tu rastiyek di vê biryarê de tune ye, tenê rika biyaniyan e û weke fikra Naziyan e.
Hêjayî bibîrxistinê ye, do Pêncşemê 11ê Tebaxê, Parlamentoya Letonyayê di rûniştinekê de saziyên serbazî û sîstema siyasî ya Rûsyayê wek piştevanê terorê nasand.