Cîhan
“Bixwebawer in lê ev hilbijartin wê bibe dawiya desthilata wan”
PeyamaKurd - Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temelli ji bo biryara hilbijartina pêşwext got, ev ne hilbijartina pêşwext e, hilbijartina panîkê ye.
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temelli, biryara hilbijartina pêşwext li Tirkiyê bi daxuyaniyekê nirxand, Temelli diyar kir ku hilbijartina 24ê Hezîranê ne hilbijartineke pêşwext e, hilbijartina panîkê ye; desthilat di nava ecziyetê de ye.
Temelli herwiha duhî jî der barê mijarê de gotibû "Tirkiye êdî ketiye prosesa hilbijartinê. Ji hilbijartina pêşwext hêvîdar in lê ev hilbijartin dê bibe dawiya desthilata wan."
Demek berê Erdogan ragihandibû ku 24ê Hezîrana vê salê hem dê hilbijartinên serokomariyê û hem jî yên parlamenteriyê dê bêne kirin.