Blinken, çalakiyên Çînê wekî ‘pirsgirêk’ pênase kir
PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, di serdana xwe ya Girava Tongayê ya li Okyanusa Pasîfîkê de çalakiyên Çînê yên li herêma Hind-Pasîfîkê wekî "pirsgirêk" bi nav kir.
Li gorî nûçeya South China Morning Postê, Antony Blinken diyar kir ku divê welatê Pasîfîk a Başûrê Pasîfîkê de ku derdora 100 hezar hemwelatiyên wê hene, li Çînê baldar bin.
Blinken, di serdana xwe ya bi Serokwezîrê Tonganê Huakavemeiliku Siaosi Sovaleni re civiya û piştî civînê daxuyaniyek da û got,
"Ji ber ku tevlibûna Çînê ya li herêmê zêde bû, li gorî nêrîna me; hin tevgerên bi pirsgirêk zêde bûn. Hinek çalakî û veberhênanên aborî yên talanker e, bi xerakirina rêveberiya baş û teşwîqkirina gendeliyê."
Blinken diyar kir ku wan di meha gulanê de li Tongayê balyozxaneya xwe vekir û got, "Em welatekî Pasîfîk in. Em siberojê li Hind-Pasîfîkê dibînin."
Wezîrî Amerîkayê, di derbarê ji kar girtina Wezîrê Karên Derve yê Çînê Çin Gang de jî axivî û da zanîn ku ew ê bi hevtayê xwe yê nû yê Çînê Wan Yi re li ser pêwendiyên dîplomatîk û bi hişmendiya berpirsiyariyê bixebitin.