TR KU SO
FB X
Cîhan

Blinken: Herdu welatan ji bo sivikirina fikarên Tirkiyê gavên berbiçav avêtin

Admin H
Nivîskar
📅 10 berfanbar 2022 01:26

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, piştî hevdîtina ligel hevtayên xwe yên Fînlanda û Swêdê di civîneke rojnamevanî de ragihand, herdu welatan ji bo fikarên Tirkiyeyê yên ewlekariyê sivik bikin gavên berbiçav avêtine û got, ew hêvî dikin di demeke kurt de her du welatan wek endamên NATOyê bibînin.

Blinken piştî hevdîtina bi Wezîrê Derve yê Fînlandê Pekka Havisto û Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom re diyar kir ku Fînland û Swêd amade ne bibin hevpeymanên NATOyê ku leşkerên herdu welatan li Kosova, Afganistan, Iraq û Lîbyayê bi hêzên Amerîka û NATOyê re xizmetê dikin.

Blinken li ser îdiayên ku Tirkiye pêvajoya endamtiya Fînland û Swêdê dereng xistiye da zanîn, heta niha ti pêvajoya endamtiya NATOyê bi qasî pêvajoya endamtiya van herdu welatan pêş neketiye û got, pêvajo bi awayekî guncaw dewam dike.

Herwiha Blinken anî ziman ku Swêd û Fînlandê hewl didin fikarên Tirkiyê sivik bikin û wiha pê de çû: “Tirkiye di vê pêvajoyê de fikarên girîng ên ewlehiyê anîne ziman û pêvajo ji bo çareserkirina van fikaran bi bandor hatiye bikaranîn. Herdu welatan bi Tirkiye û NATOyê re bi gavên berbiçav re ev fikar çareser kirin.”

Parve bike: