Cîhan
Blinken seredana Qatarê kir û bi Al-Sani re hevdîtin pêkanî
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken di çarçova serdana xwe ya tûra 5em de seredana Qatarê kir û bi emîrê Qatarê Temim bin Hamed Al-Sani re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de behsa xebatên agirbesa li Xezzayê, têkiliyên navbera Qatar û Amerîkayê yên stratejik û pêşdeçûnên dawiyê yên li Şerîda Xezzayê kirin.
Ragihandina seredana Blinken ji terefê ajansa fermî ya Qatarê QNA de hat kirin. Di xeberê da hat ragihandin ku Temim weha gotiye:
“Divê agirbes yekser bibe, sîvîl bên parastin, alîkarî têra xelkê here Xezzayê û ji bo alîkariyê xebatên herêmî û navdewletî bên kirin.”
Wezîr Blinken jî ragihandiye ku xebatên Qatarê yên ji bo guhertina dîlan bi hev, ji terefê Washingtonê de tên teqdîrkirin.