TR KU SO
FB X
Cîhan

Blinken û Mîr Abdullah Xezzeyê gotûbêj kirin

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 14 sibat 2024 17:40

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Antony Blinken li paytext Washingtonê pêşwaziya Mîrê Urdinê Abdullahê Duyem kir.

Di dîdara Bliken û Abdullah de, Blinken kêfxweşiya xwe ya ji bo hevkariyên demdirêj ên di navbera her du welatan de bi boneya 75 saliya peywendiyên dîplomatîk ên Amerîka û Urdunê nîşan da.

Blinken balê kêşand ser pêwendiyên herdu welatan û destnîşan kir ku ji bo aramiya herêmê ew pêwendî girîng in. Blinken vîna DYA ku bi hevkarên xwe yên weke Urdunê re ji bo "pêşxistina aştî û ewlehiya herêmê" destnîşan kir.

Blinken, ji ber hewldanên welatê wî yên ji bo gihandina alîkariyên mirovî yên ji bo Xezzeyê, spasiya Mîrê Urdunê Abdullah kir.

Di dîdara Blinken û Abdullah de de mijara dabînkirina aştiyeke mayînde û ewlehiya Xezeyê jî hate gotûbêjkirin.

Ji aliyê din ve Blinken li ser biryardariya DYA ya ji bo damezirandina dewleteke serbixwe ya Filistînê jî destnîşan kir.

Parve bike: