TR KU SO
FB X
Cîhan

Bloka Suniyên Iraqê: Sûdanî nikare sozên xwe bicih bîne!

Admin H
Nivîskar
📅 25 cotmeh 2022 22:03

PeyamaKurd – Beriya ku namzedê serokwezîriya Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî yê ji aliyê Çarçoveya Hemahengiyê ya Şîeyên Iraqê ve hatiye destnîşankirin, kabîneya xwe diyar bike, nîqaşên li ser deshilata wî ya biryardanê dewam dikin.

Li gorî medya Iraqê li aliyekî Tevgera Sedir ku ji destpêkê ve dijî namzedkirina Sûdanî ye û hin aliyên Sunî yên Iraqê ji kabîneya ku Sûdanî ava bike bi guman in.

Rojnameya El Ereb daye xuyakirin, aliyên sunî yên Iraqê li ser bicihanîna sozên xwe yên serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî bi guman in, bi taybet jî sozên ku dane bloka sunî ji soza derbarê betalkirina “Desteya Lêpirsîn û Edaletê" bi guman e.

Herwiha aliyên Sunî dibêjin, Sûdanî yê ku heta niha lawaziyeke mezin di rêvebirina xebata avakirina hikumetê de ji ber tunebûna desthilata biryarê nîşan daye, nikare sozên xwe yên hilweşandina wê desteyê bicih werîne.

Parve bike: