TR KU SO
FB X
Cîhan

Bo 414 kesan biryara binçavkirinê hat dayîn

Admin M
Nivîskar
📅 10 hezîran 2020 01:17

PeyamaKurd- Di çarçoveya operasyona ser rêxistina Fethullah Gülen de, di nava artêşê de biryara binçavkirina 414 kesan hat dayîn. Operasyon li bajarên Îstenbolê, Îzmîrê, Ankara û Konyayê û girêdayê van bajaran, li ciyên din operasyon hatin kirin û niha jî dewam dikin.

Di operasyona navenda Îzmîrê û girêdayê pê ve, heya niha 160 kes hatine binçavkirin. Li Îstenbolê û girêdayê operasyona wê de, 86 kes hatine binçavkirin. Navend Ankara û operasyonên pêve girêdayî de, 33 kes hatine binçavkirin. Di van operasyonan de kesên ku hatine girtin, li gor îfadeyên wan 25 kesên din hatine binçavkirin. Li gor îfadeyên kesên ku li Konyayê hatine binçavkirin û navên ku hatine dayîn bo 25 kesan biryara binçavkirinê hat dayîn.

Li Diyarbakır dawiya hefteya borî 16 kes hatin binçavkirin. Roja sêşemê bo 6 kesan biryara zîndanîkirinê hat dayîn û 10 ji wan serbest hatin berdan.

Parve bike: