TR KU SO
FB X
Cîhan

"Bo Gul wê 50 parlamenterên Akpê îstîfa bikin"

📅 25 nîsan 2018 01:46

PeyamaKurd - Serokê Şîrketa Lêkolîner a Optimarê ku gelek caran anketên partiya desthilat jî çêdike Hilmi Taşdemir îdîa kir, ku derdora 50 parlamenterên AKPê wê îstîfa bikin û Abdullah Gul ji Partiya Saadetê namzed nîşan bidin.

Hilmi Taşdemir di axaftina xwe ya televîzyona Haberturkê de got: "Nêzîkî 50 parlamenter wê ji AKPê îstîfa bikin û derbasî Partiya Saadetê bibin da ku Abdullah Gul wek namzedê serokomariyê nîşan bidin." 

Hilmi Taşdemir di berdewamiya axaftina xwe de li ser zimanê siyasetmedarekî AKPyî got: "Hejmareke parlamenterên AKPê wê derbasî Partiya Saadetê bibin û bi biryara grûba parlamentoyê dê Abdullah Gul wek namzedê serokomariyê nîşan bidin."

Parlamenterê AKPê Burhan Kuzu îdîaya Hilmi Taşdemir derewand, lê Taşdemir di dirêjiya axaftina xwe de got: "Îhtîmala ku ji CHPê jî hinek parlamenter herin Partiya Saadetê û li wir Abdullah Gul namzed nîşan bidin heye."

Parve bike: