TR KU SO
FB X
Cîhan

Bo metran Mutafyan merasima cenaze hat kirin

Admin M
Nivîskar
📅 18 adar 2019 00:13

PeyamaKurd- Metranê Ermeniyan 2. Mesrob Mutafyan di 8 ê adarê de, li Îstenbolê li nexweşxaneya Surp Pirgîçê wefat kiribû. Îro merasima cenazeyê wî li Dêra Meryem Ana ya li Kumkapıya Îstenbolê hat kirin û wî li Goristana Şişliyê ya Ermeniyan, di beşa rûhaniyan de defin kirin.

Di merasimê de gelek kes ji rêvebirên dewletê û kesayetiyên serbixwe hebûn. Ji hukumeta AKP ê Omer Çelîk, berdevkê serokkomar İbrahim Kalın û namzedê şaredariya Îstenbolê Binali Yılıdırım, namzedê CHP ê yê şaredariya Îstenbolê Ekrem İmamoğlu jî hebûn.

Parve bike: