Bo “Meydana Tahrîrê” 1 mîlyon destek
PeyamaKurd- Li welatê Misrê di dema tevgeran de di ser twitterê de navê “Maydana Tehrîrê” hat bikaranîn û jimara wan derket ser 1 mîlyonekî. Xwepêşandêr ragihandin ku ew naxwazin zerar bigihê heyata mirovan û dê tevgerên xwe roja înê bikin. Di ragihandina di ser medya civakî de, bo îna pêşiya me banga xwepêşandanê hat kirin.
Muteahîdê Misrî yê ku li Îspanyayê dijî Muhammed Elî, di ser medya civakî de, dest bi weşana vîdeoyan kir û di demeka kurt de belav bû û Misrî li ser banga wî ketin kuçe û kolanan. Li Misrê, do bi şevê li payîtext Qahîrê, Îskenderiye, Dumyat û bajarên Suweyşê, di dema tevgeran de, di ser hesabê twîtterê de bikaranîna “Meydana Tehrîrê” gelek hat bikaranîn û belav bû. Di parvekirinên kuçeyên Misrê de jimar derket ser 1 mîlyonî. Ev tê vateya ku dê her roja înê li “Meydana Tehrîrê” dê xwepêşandanên mezin çêbibin.
Li aliyê dinê terefdarên serokkomarê Misrê Abdulfettah es-Sîsî ketin nav tevgerê û slogana “Em bi te re ne Sîsî” belav kirin. Lê jimara desteka Sîsî tenê gihaye 6 hezar û 873 kesî.