Bob Baer: Prens Kasikçi kust, me pûs avêt ser
PeyamaKurd- Xebatkarê CIA yê, yê berê Bob Baer got ku prens Muhammed Selman Kaşıkçı kuşt û Qesra Sipî jî pûş avête ser. Boer ragihand ku Erebistan berê tişteka weha nekiribû. Baer dibêje ku prens Selman psîkopate û dibe ji seda sed fermana kuştinê ew dabe.
Bob Baer di beyana xwe de got ku Qesra Sipî alîkariyê da Erebistanê bo kuştinê veşêrin û bi zanîn vî karî kir. Baer weha got: “Bo wan tiştên ku li Erebistana Si’ûdiyê çêbûn, me daîma çavên xwe ji wan re girt.”
Bob Baer wezîfedarê CIA yê yê Rojhilata Navîn bû û ragihand ku temamê îstîxbarata Erebistanê di bin fermana prens Selman de ye. Erebsitan hevkarekî Amerîkayê yê Rojhilata Navîne û sedema ku Amerîka jê re dengê xwe nake ew e ku Amerîka ditirse Erebistan weka civakê ji hev bikeve û Amerîkayê di Rojhilata Nanîn de qels bike.