Cîhan
Bogdanov banga arambûnê kir: Metodên siyasî ji ser çêtir in
PeyamaKurd – Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mihail Bogdanov, li ser plana operasyona Tirkiyê ya ser Rojhilatê Firatê banga arambûnê li aliyan kir û got, “Kurdên Sûriyê yên derve jî tê de em bi hemû aliyan re em danûstandinê berdewam dikin.”
Bogdanov li serdana xwe ya Şamê li ser mijarê wiha axivî: “Em dîyaloga xwe ya bi Kurdên Sûriyê û yên derve jî di nav de, bi hemû aliyan re berdewam dikin. Em hemû aliyan vedixwînin arambûnê. Di dawiyê de, em difikirin ku dîyalog û metodên siyasî ji şer û pevçûn û wêrankariyê çêtir e.”