TR KU SO
FB X
Cîhan

Bolton: “Trump plana muzakereyan bi Îranê re dike”

Admin M
Nivîskar
📅 04 tîrmeh 2020 01:54

PeyamaKurd- Nûnerê serokê Amerîkayê John Bolton nûçeyekî nû derxist ser çapemeniya dinyayê û got eger Trump ji nûh de bê hilbijartin, plan dike ku bi Îranê re muzakereyan bike.

John Bolton bo Times Of Israel’ ê ragihand ku Trump bê bijartin ,wê bi Îranê re muzakereyan bike û îhtîmal heye ku biser bikeve. Bolton her weha got eger Îsraîl êrîşê Îrane bike, divê baweriya xwe bi Trump neyne û Îran jî bi Trump bawer nîne. Dibe ku Trump di dewra xwe ya duyem de, siyaseta xwe biguhêre û xwe nêzî Îranê bike.

Parve bike: