Bomba dest avêtin televizyona 112 Ûkraynayê
PeyamaKurd- Li welatê Ûkraynayê li payîtext Kievê bombeyeka destî avêtin avahiya televizyona bi navê 112 Ukraina. Ragihandin di malpera televîzyonê de weha hat ragihandin:
“Di şeva ku 12 ê tîrmehê bi 13 ê tîrmehê ve girêdide, bombeyeka destî avêtin avahiya teltelevizyona 112 Ukraniayê.”
Polîs bi sedema ku dibe êrîşeka terorî be, dest bi lêpirsînê kir. Çapemeniya polîsên Kîevê weha ragihand:
“ Yekîneyên polîsên me cepha avahiyê ya ku xesar tê de çêbûye û dora avahiyê xistiye bin dorpêçê. Di dema lêpirsînê de alava ku bombe pê hatiye avêtin hat dîtin.”
Serokê sendîka rojnamevanan Sergei Tomilenko li ser mijarê axifî û weha got:
“Sendîka me dixwaze Rêxistina Xizmeta Ewlekariyê û beşên din yên asayîşê vê bûyera ser 112 tv yê, bi awayeka ciddî lê bipirse û her kî vê bûyerê kiribe, em dixwazin bê cezakirin.”