Cîhan
Bombe avêtin konsulxaneya Tirkiyê ya Parîsê
PeyamaKurd – Li Parîs a payîtexta Fransayê bombeya ku bi dest hatibû çêkirin ji aliyê kesekî an hinek kesan de hat avêtin ji bo konsulxaneya Tirkiyê û di avahiyê de xesaret çêbû. Konsulxaneya ku li Boulogne-Billancourt a Parîsêye do bi şev siet li dora 02.00 yê şevê de hinek kesên ku nasnameya wan nehatiye zanîn êrîşê birine ser konsulxaneyê.
Di bûyerê de mirî an birîndar tinene. Polîs xebatê kir da cûreya teqemeniyê tesbît bike û ji bo kesên vê êrîşê kirine bigrin, bi berfirehî dest bi operasyonan kirine. Herêm bi din ablûkayê de ye û heya niha kes kiryarê negirtiye aliyê xwe.