Borrell hisyar kir: Qeyraneke mezin xuya dike
PeyamaKurd- Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Karên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell, piştî vekişîna Rusyayê ya ji Peymana Korîdora Genimî ya Deryaya Reş, daxuyaniyek da.
Josep Borrell, beriya civîna Wezîrên Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê ya li Brukselê, daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku rewşa Ukraynayê di rojeva sereke de ye.
Borrell da zanîn ku ev çend roj in artêşa Rusyayê binesaziya li bendera Odessayê ya Ukraynayê bombe dike û di heman demê de 60 hezar ton genim şewitiye û got,
"Rusya ne tenê ji peymana genim vekişiya. Di heman demê de genim jî dişewitîne."
Josep Borrell tiştê ku Rusya dike wekî "hovîtî" nirxand û got, "Ev rewş li cîhanê tiştekî mezin e. Xurek dê bibe sedema qeyranê.”
Borrell diyar kir ku Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Dmitro Kuleba jî dê bi rêya vîdeo konferansê bi hevdîtinê re beşdarî civînê bibe û da zanîn ku dê li ser wê yeke bê rawestandin bê ka ew ê di demeke dirêj de çawa piştgiriyê bidin Ukraynayê.