Cîhan
Brîtanya danûstandinên rasterast ji bo derketina ewle bi Talîban re dike
PeyamaKurd – Brîtanya ji bo welatiyên xwe û Afganên ji bo wê xebitîne ji Afganistanê derxe, bi Talîbanê re danûstandinên rasterast dike.
Reuters diyar dike, karbidestê taybet yê Hikûmeta Brîtanya yê ji bo derketina ji Afganistanê Simon Gass, ji bo danûstandinên bi nûnerên Talîbanê re çûye Doha ya Qatarê.
Wî karbidestî destnîşan kir, Gass ji bo girîngiya derxistina welatiyên Brîtanya û Afganên di 20 salên dawî de bi wan re xebitîne, bi nûnerên Talîbanê re dicive.
Amerîka vekişîna ji Afganistanê roja Duşemê temam kiribû.
Brîtanya jî piştî Talîbanê kontrola Afganistan bi dest xwe xistibû, di du hefteyan de pirtir ji 15 hezar kes ji wî welatî derxistibûn û roja Şemiyê mîsyona xwe ya li wir qedandibû.