TR KU SO
FB X
Cîhan

Brîtanya: Di vê mijarê de em bi Tirkiyeyê re ji nêz ve dixebitin

Admin L
Nivîskar
📅 26 tîrmeh 2023 12:32

PeyamaKurd – Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak got, ji bo Korîdora Genim ji nû ve bixebite bi Tirkiyeyê re di nava têkiliyan de ne.

Sunak li ser Korîdora Genimê Deryaya Reş a bi Zelenskiy re axivî û got, wan li ser girîngiya korîdorê di warê veguhestina genimê Ukraynayê bo bazara cîhanê de li hev kirine.

Sunak di pêwendiya telefonî ya ligel Zelenskiy de diyar kir, Brîtanya ji nêzîk ve bi Tirkiyê re ji bo vegerandina karûbarê Korîdora Genimê ya Behra Reş dixebite. Wî herwiha da zanîn, ew li hember êrîşên Rûsyayê yên Odessayê "şaş û mat" ma.

Sunak eşkere kir, Rûsya keştiyên bazirganiyê yên li Behra Reş zêdetir dike hedef û Îngilîstan jî bi hevkarên xwe re van geşedanan ji nêz ve dişopîne.

Parve bike: